Daxwazên Adirbêcanê yên ji bo agirbesta cîhanî derew in: gotara The Guardian
Rojnameya The Guardian ya Brîtanî, li ser zarê belavokên hejmarek ji parêzvan û çalakvanên mafên mirovan, ew kiryareke durû ya Adirbêcanê, ku mazûvanîya civîna avhewayê ya niha ya netewên yekgirtî dike, ji bo daxwaza agirbesteke cîhanî di dema konferansê de dibîne.
Li gorî “Armênprêss”ê, di gotara ku ji hêla kovarê ve hatîye weşandin behsa vê yekê hate kirin. Di gotarê de hat bibîrxistin ku Adirbêcan pêşengîya lûtkeya COP29 ê dike ku ji 11 ê mijdarê pê ve 2 heftê li paytexta Bekûyê bê lidarxistin. Tê çaverêkirin ku serokên hukumetên welatên cuda yên cîhanê beşdar bibin û zêdetirî 180 welat jî di vê çalakîyê de beşdar bibin.
Rojname dîyar dike ku di dema konferansê de, her wiha hefteyek berîya wê û piştî wê, Adirbêcan bang li hemû welatên nakok dike ku çekên xwe deynin. Di lûtkeyê de dê di 15 ê mijdarê de “roja aşîtîyê” ya taybetî û înîsîyatîva aşîtî û avhewayê COP29 ku bi piştgirîya Brîtanîya Mezin, Almanyayê, Îtalyayê, Ûgandayê û yên din, ji bo alîkarîya welatên herî xeternak armanc dike.
Di gotarê de tê bibîrxistin ku nakokîyên ku Ûkraînayê û Rûsîyayê, her wiha Îsrayêlê û Gazayê, her du cînarên Adirbêcanê, wê sîya xwe bavêjin ser konferansê. Rûsîya yek ji hilberînerên sereke yên sotemenîyên fosîl e û çavkanîya belavkirina gaza serayê ye, lê Adirbêcan li şûna Rûsîyayê gazê dide Avropayê. Tê payîn ku bi taybetî ji ber alozîyên jêopolîtîk yên heyî, bidestxistina peymanên dîplomatîk yên li ser pirsgirêkên avhewa pêvajoyek dijwar be.
Li gorî pêşnûmeya bangewazîya agirbestê ya nepenî ya ku ji hêla The Guardian ve hat bidestxistin, Adirbêcan xwe wek aşîtîxwaz destnîşan dike.
“COP29 firsendek bêhempa ye ji bo derbazkirina dubendîyan û dîtina rêyên aşîtîya domdar. Pevçûyîn belavbûna gaza serayê zêde dike û bi qirêjkirina erd, av û hewayê jîngehê xera dike. Hilweşîna ekosîstemê û qirêjiya ku ji ber pevçûyînan çêdibe, guherîna avhewayê girantir dike û hewildanên me yên ji bo parastina gerstêrkê têk dibe”,- pêşnûmeya biryarê di nivîseke kurt ya 180 peyvan de got.
Li gorî nivîsa rojnameyê, lê çalakvan amaje bi binpêkirina mafên mirovan li Adirbêcanê û şerê vê dawîyê yê bi Ermenîstanê re dikin, û dîyar kirin ku ji destpêka êrîşa Adirbêcanê ya îlona borî ve, zêdetirî 100 000 kes neçar mane ku malên xwe li Qerebaxê biterikînin.
Bizavkarên mafên mirovan îdîa dikin ku Adirbêcan bi sedan girtîyên sîyasî girtî ne. Hinek welatê mêvandar COP bi durûtîyê tawanbar dikin. Serokê çalakvanê avhewa û aşîtîyê Pol Polman dîyar kir ku ramana “agirbesta COP” ji hêla Adirbêcanê ve ji hêla Adirbêcanê ve pir cinîkî ye, ku armanca wê ew e ku balê ji paqijkirina etnîkî ya berê ya li Qerebaxê bikşîne.
Polman her wiha gotîye:”Heger serokkomar Îlham Elîyêv bi rastî jî dixwaze bibe mînak, divê berîya COP29 ê li şûna ku bang li kesên din bike, zêdetirî 300 girtîyên sîyasî serbest berde”.
Îbad Bayramovê ku bavê wî Gûbad Îbadoglû akadêmîkê dibistana aborîyê ya Londonê ye û yek ji girtîyan e wiha gotîye: “Pêkokîyan rê da hukumeta Adirbêcanê ku bi girtina dengên opozîsîyonê civaka sîvîl bi awayekî veşartî tune bike. Her ku COP 29 nêzîk dibe, bala navneteweyî zêdetir li ser taktîkên zordar yên rêjîmê disekine”.
Berdevkê çavdêrîya pevçûyîn û jîngehê derbarê banga agirbestê de gotîye: “Ew sedemên bingehîn yên pevçûyînê nagire. Mîna bendek li ser birîneke kûr e. Rawestandina pevçûyînê ji bo çend hefteyan wê jîyanan xilas bike, ku ev baş e, lê wê hingê tişt dê vegerin ser awayê xwe. COP dikare ji bo aşîtî û dadwerîya avhewayê bibe sedema çalakîyek watedar, lê divê ev yek bandora dijminatî û pevçûyînan ku bandorê li krîza avhewa dike jî bigire nav xwe”.
Hukumeta Adirbêcanê ev rexne red kir. Serokê danûstandina Adirbêcanê li COP, Yalçin Rafîyêv, gotîye: “Tu eleqeya vê înîsîyatîvê bi Ermenîstanê re nîne. Ya ku em lê digerin gelemperî ye. Em tenê banga agirbestê dikin. Ne meseleyên sîyasî ye”.