Wezîrê aborîyê projeyên mezin yên veberhênanê yên ku li Ermenîstanê têne kirin raber kirîye

Hevaltîya “Mayler” ê wê di nav 15 salan de bi qasî 250 mîlyon dolar razemenî bike da ku li gundê Yêgîpatrûşayêyî nehîya Aragasotnê ava bike. Li ser vê yekê di sala 2024 de wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan di civîna çapemenîyê ya ku encamên 13 ê çileyê de bi kurtayî pêk anîbû gotîye.
Ewî dîyar kir ku heya niha şirketê 27-28 mîlyard dram veberhênanek kirîye, îsal tê plankirin ku 12-13 mîlyard dramên din jî bên veberhênan û qebareya giştî ya veberhênanan wê heta dawîya sala 2019 ê ji 105 mîlyon dolar derbaz bibe.
Papoyan destnîşan kir ku xebat di qonaxeke aktîv de ye û wiha gotîye: “Li Yêrêvanê navendeke nû ya kirîn û firotinê ya 40 qatî wê bê avakirin û ev yek wê ji bo Ermenîstanê bibe veberhênana herî mezin ya vê sêktorê”.
Rayedar anî ziman ku hevaltîya “Masdar” ya ku stansîyayên êlêktrîkê çêdike, têklîfeke meqbûl daye hukumetê. “Em niha di çarçoveya pêşnîyarên hevkarên me yên Yekîtîya Mîrtîyên Erebada de li ser alîyê yasayî yê peymanê gotûbêj dikin”,- ewî gotîye.
Wezîr her wiha bi bîr xist ku hevaltîyta “Lîdîan” bi 12,5 selefî perên xwe radestî hukumeta Ermenîstanê kirîye. “Di çarçoveya bernameya pêşxistina kana Amûlsarê de berîya niha 500 mîlyon dolar veberhênan hatine kirin”. Hevaltî jî wê 100 mîlyon dolar ji 250 mîlyon dolarê mayî razemenîyê bike. 150 mîlyonê mayî jî ji alîyê sazîyên darayî ve tê kirin. “Di vê rewşê de wê di biharê de xebatên avakirinê dest pê bikin û kan jî wê di navbera îlon-cotmehê de dest bi xebatê bike”.
Papoyan da zanîn ku li gundê Karakêrtê herêma Armavîrê bi nirxê 40 mîlyon dolarî stansîya mêtîngerîyê hatîye çêkirin û wê sala 2025 a de hilberîna wê bê çêkirin. Ji meha sibatê pê ve wê bê îxrackirin.
“Li welêt 3-4 kargehên mezin yên mêtalûrjîyê ji nû ve dixebitin, di çarçoveya wan de zêdeyî 1000 karên nû hatine vekirin û potênsîyala çêkirinê 700-1000 karên nû jî heye”.
Sala 2024 a îxracat ji Ermenîstanê 11 mehan de bi 74 selefî zêde bûye: wezîrê aborî
Sala 2024 a îndêksa çalakîya aborî ya 11 mehên ewilin 7,4 selef bûye. Li ser vê yekê sala 2024 de wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan di civîna çapemenîyê ya ku encamên 13 ê çileyê de bi kurtayî pêk anîbû, gotîye.
Ewî da zanîn ku di wê heyamê de îxracat 74 selef, îthalat 41,5 selef, pîşesazî 74 selef (pîşesazîya hilberînê 10,8 selef), sêktora xizmetgûarîyê jî bi 6,3 selefî zêde bûye.
Wezîr destnîşan kir ku di çandinîyê de heta sala 2024 a çile-îlonê de, mezinbûn 1,8 selef bû, û di avakirinê de – 14,9.
“Sêktora avahîsazîyê bûye motora mezinbûnê û piştre jî pîşesazî”,-Papoyan daye kifşê.
Ewî destnîşan kir ku nîşaneyên aborî nêzîkî astên berîya Covid-2019 a in.







