Têknolojiya berferehiya mobîl ya 5G wê li Ermenîstanê berbelavtir bibe: wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind

Têknolojiya berferehiya mobîl ya 5G wê li Ermenîstanê berbelavtir bibe: gaveke din ya girîng ji bo misogerkirina geşepêdana berdewam ya toran hatiye avîtin.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, wezîrê pîşesaziya têknolojiya bilind ya Ermenîstanê Mxîtar Hayrapetyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye û diyar kirîye ku bi biryara komîsyona rêkûpêkkirina xizmetên giştî ya Ermenîstanê, şîrketa “Viva Armenia” 2300-2350 MHz û 2350-2400 MHz ji bo heyamek berfirehtir beşên frekansa radyoyê ji bo salekê belav kirin. Şîrket 2,5 milyard dirama derbasî byûcêya dewletê kirin.
“Viva Armenia” van erkan girtiye ser xwe: di nava 3 salan de 98 selefê otobanan wê bi înterneta mobîl, herî kêm ji 10 selefê wan bi têknolojiya 5G ve bê girtin. Piştî 3 salan 98 selefê otobanan wê bi înterneta mobîl, ji 10 selef jî bi 5G bê girtin. Firokexaneyên Zvartnots, Gumirî, Kapan û hemû xalên gumrikê yên heyî û yên nû bi 5G vegirtî, ji 40 selefê 4 bajarên navborî yên bi 5G û tevahiya qada bajarê akademîk bi 5G vehewînin.
Di nava 7 salan de li Ermenîstanê 60 selefê her bajarî bi têknolojiya 5G tê peydakirin”.
Hayrapetyan da zanîn ku ev pêngav di pêşketina dîjîtal ya Ermenîstanê de qonaxeke nû nîşan dide.







