Werin bira her yek li ser karên xweye hundur guhdarbe: caba Mîrzoyan piştî elametîya Lavrov

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bersiva elametîya wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov daye ya ku derheqa wê yekêda bû, ku dijî wan meriva gav têne avîtinê, yên ku fikirên sîyasî elam dikin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Mîrzoyan gotîye, wekî bi hîmê wî cûreyî bona şuxulkarîya sîyasî li Ermenîstanê meriva nagrin.
“Ew înformasîya ne anegorî rastîyêne.Tiştê usa wî çaxî dikare bibe, heger nava wê yekêda gefxwerin, bangên dijî desthildarîya Ermenîstanê,yan jî dijî qerimandina yekîtîya têrîtorîyayên dewletê bêne kirinê”,-wezîrê karên der gotîye.
Ewî serda zêde kirîye,wekî heger tiştê usa hebe jî, ew yek dide kifşê,ku tevî karên Ermenîstnêye hundur dibin”.Werin bira her yek guhdarîyê bide ser karên xweye hundur”,-Mîrzoyan gotîye.







