H’emû nûçeSereke

Partîya sêserî ya şêr têk çûye:Nîkol Paşînya

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan serkeftina gelê Komara Ermenistanê di hilbijartinên parlamêntîyê yên ku  7 ê hezîrana sala 2026 a  hatine lidarxistin, pîroz kirîye.

Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Paşînyan di axaftina xwe de di dema nîqaşkirina raporta salane ya li ser pêkanîna byûcêya dewletê ya sala 2025 a de di rûniştinên komîtêyên daîmî yên  parlamêntê de axivîye.

“Berî her tiştî, ez dixwazim gelê Komara Ermenîstanê ji bo serkeftina di hilbijartinên 7 ê hezîrana sala 2026 a  pîroz bikim. Gelê Ermenîstanê bi dengê xwe ji bo dewletê rabû, ji bo serxwebûnê rabû, ji bo pêşerojê rabû, ji bo aşîtîyê rabû, ji bo Komara Ermenîstanê rabû. Û divê ez tomar bikim ku partîya sê serî ya  şêr  têk çûye. Ev encameke girîng e, lê ne encamek dawî ye, ji ber ku ez bawer dikim ku gel bi zelalî îradeya xwe dîyar kirîye ku divê partîya sê serî ya şer û pergala sûc-olîgarxîk ya pê re ji Komara Ermenîstanê bê rakirin û bê guman, ev yek wê yek ji rojevên herî girîng yên piranîya sîyasî û hukumetê be, ku divê em bêyî derengmayîn û bi gavên pir biryardar  bicîh bînin. “Ez jî dixwazim partîya “Peymana sîvîl” ji bo serkeftina wê pîroz bikim. Paşînyan gotîye: “Partîya “Peymana sîvîl” wê piranîya parlamêntêdê hebe, wê hukumetekê ava bike û di mehên pêş de wê derfeta me hebe ku em li ser vê mijarê niqaş bikin”.

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên Ermenîstanêye parlamêntîyê, 4 hêzên sîyasî dikevin parlamêntê: partîya “Peymana sîvîl” bi 727  160 hezar yan jî bi 49,81 selefê dengan, bloka “Ermenîstana bi hêz” bi 340  62 hezar yan jî bi 23,29 selefê dengan, bloka “Ermenîstan” bi 145  97 hezar yan jî bi 9,94 selefê dengan û partîya “Ermenîstana refah” bi 58 368 hezar yan jî bi 4 selefê dengan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button