H’emû nûçeSereke

Wezîrê karên derheqa hilbijartinanda: rûpela avtorîtarîzmê li Ermenîstanê girtî ye

Pêşîyê ez dixwazim pîrozbahiyê li me hemûyan, hemû welatiyên Komara Ermenîstanê bikim, ji ber ku Komara Ermenîstanê hilbijartineke din ya demokratîk, azad, edil û şefaf li dar xistîye, hilbijartinek ku li gorî pîvanên navneteweyî yên here bilind e. Derheqa wê yekda wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan  hevpeyvîna bi rojnamevanan re gotîye.

“Ev yek ji alîyê gelek rêxistinên çavdêriyê ve û her weha bersivên destpêkê yên serokên li welatên ferdî ve jî hatiye îzbat kirin. Ez her weha dixwazim bêjim ku em dikarin bi rastî bêjin ku rûpela dêmokrasîyê û rûpela hilbijartinên dêmokratîk li Ermenîstanê berê hatîye damezrandin, ango rûpela hilbijartinên sexte yan jî dêmokrasîya sexte yan jî avtorîtarîzmê li Komara Ermenîstanê hatîye girtin. Ez her weha dixwazim spasîya welatîyên Komara Ermenîstanê, hemwelatîyên partiya Peymana sîvîl bikim, ji bo ku cara sêyemîn li pey hev bawarîya xwe bi rêveberîya welêt anîne. Ji bo cara sêyemîn li pey hev, partiya Peymana sîvîl derfet heye û wê hukumetê ava bike, wê bi tena serê xwe ava bike, û wek berê, di pêşerojê de jî wê xizmeta berjewendîyên Komara Ermenîstanê, berjewendîyên welatîyên Komara Ermenîstanê bike û sozên xwe bicîh bîne. Di vê nuqteyê de, evqas e, em ji bo vê dengdanê spasdar in. Û ji bo vê dengdana girêdayî, em ê xizmeta Komara Ermenîstanê bidomînin, ev hemû spasdarî bi vê yekê sînordar e”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button