Vekirina bazara berhemên çandinîyê yên Ermenistanê ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve encama biryareke sîyasî ye:Mîrzoyan

Peymanên ku ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve ji bo vekirina bazarê ji bo berhemên çandinîyê yên Ermenîstanê hatine kirin, encama biryareke sîyasî ne û piştgirîya hevkarên Avropî ji bo Ermenîstanê nîşan didin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, di dema niqaşkirina raporta salane ya li ser pêkanîna byûcêya dewletê ya sala 2025 a de li civîna hevbeş ya komîteyên daîmî yên parlamnêtê, wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan, bersiva pirsa yek ji parlamêntvanekî daye ku gelo îhtîmala ketina berhemên çandinîyê yên Ermenîstanê bo bazara Yekîtîya Avropayê encama biryareke sîyasî ye.
Mîrzoyan gotîye: “Belê, bê guman, ew biryareke sîyasî ye”.
Bi gotina wî, ji alîyê Yekîtîya Avropayê û welatên endam ve îradeyeke eşkere heye ku piştgirîyê bidin berxwedana aborî û dêmokratîk ya Ermenîstanê.
Wezîr gotîye: “Em di asta here bilind de ji hevkarên xwe yên li Yekîtîya Avropayê îradeyekê dibînin ku piştgirîyê bidin berxwedana aborî û sîyasî ya Komara Ermenîstanê, da ku cîhêrengîya aborî ya dêmokratîk,cûre-cûrkirin ku em bi berdewamî li ser diaxivin, mîsoger bikin”.
Li gorî Mîrzoyan, encamên berbiçev hene û hin berhemên çandinîyê yên Ermenîstanê dest bi ketina bazara Avropayê kirine.
“Peymana sîyasî hebû, garantîyên sîyasî hebû. Me hin berhemên çandinîyê celeb li bazara Avropayê radestkirin û xerckirin hebûn.
Bo nimûne, gul mînaka here baş in, li Latvîyayê û li deverên din jî”,-ewî destnîşan kirîye. Wezîr bi taybetî girîngî da daxuyaniya Holandîyayê ya li ser amadebûna wê ji bo vekirina bazara gulên Ermenistanê. “Holandaya, ku welatekî xwedî kevneşopiyeke pir cidî ye di warê gul de, ragihandîye ku ew amade ye ku bazara xwe ji bo gulên ku li Ermenistanê têne çandin veke. Ev gaveke pir girîng e”,- Mirzoyan gotîye.
Li gorî wezîrê karên der, di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de peymana sîyasî heye û niha alî derbazî qonaxa çareserkirina hûrgilîyên têknîkî dibin.
Ewî destnîşan kirîye ku “Têgihîştina siyasî ya hevpar heye, di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de. Em dikevin qonaxa formulasîyonên têknîkî, di derbarê kîjan berhema taybetî de Yekîtîya Avropayê çi gavên pêşveçûna celeb diavêje”.
Mîrzoyan bawerîya xwe anîye ziman ku di pêşeroja nêzîk de ev peyman wê ji bo cûreyên cûda yên berheman îfadeyeke pratîkî bibînin.
Wezîr tekez kirîye ku “Lihevkirineke siyasî û rêyek heye”.







