H’emû nûçeSereke

Marta Kosê  Paşînyan pîroz kirîye û destpêkirina koma xebatê ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ragîhandîye

Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê ji ber serkeftina partiya “Peymana sîvîl” di hilbijartinên parlamêntîyê de peyama pîrozbahiyê ji serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re weşandîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, komîsara Yekîtîya Avropayê li ser mîkrobloga xwe  ya X de  daye kifşê.

Kosê ji serokwezîr Nîkol Paşînyan re nivisîye: “Serkeftina We di hilbijartinên Ermenîstanê de pîroz be. Ev serkeftin, li hember zext û destwerdanên berfireh yên Rûsyayê, hilbijartina ermenîyan ji bo heyîna Ermenîstaneke bihêz, serwêr û serbixwe piştrast dike”,-ewê ragîhandîye ku ew ê di dema zûtir de serdana Ermenîstanê bike.

“Hevgirtina  Avropayê bi Ermenîstanê re qewîn e. Îro em ê di koma xebatê ya nû ya Yekîtîya Avropayê-Ermenistanê de jî dest bi xebata xwe bikin da ku hevkarîya xwe kûrtir bikin”,-Marta Kosê daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button