H’emû nûçeSereke

Bi pêkanîna projeya TRIPP ê û bernameyên AB, em ê karibin mezinbûna aborî ya salane here kêm bi  6 selefî mîsoger bikin:serokwezîr

Di çarçoveya peymanên ku  8 ê tebaxa sala 2025 a de bi Dewletên Yekbûyî re hatine îmzekirin, encamên yekem yên pratîkî di warên têknolojîyên bilind û zekaya sûnî de hatine tomarkirin. Li gorî  ragîhandina “Armenpress” ê, di dema niqaşkirina raporta salane ya li ser pêkanîna byûcêya dewletê ya sala 2025 a de di rûniştinên hevbeş ya komîtêyên  parlamêntêda, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  ragîhandîye û bi bîr xistîye ku yek ji belgeyên ku bi serokê Amerîkayê Donald Tramp re li Waşîngtonê hatine îmzekirin, hevkarîya di warê têknolojîyên bilind û zekaya sûnî de ye.

Vegera ser 8 ê tebaxa  sala 2025 a, ez dixwazim  bîr bînim ku me bi serokê Amêrîkayê Tramp re çend mêmorandûmên nîyetê îmze kirine, yek ji wan bername û hevkarîyê di warê têknolojîyên bilind û zekaya sûnî de bûye”,- Paşînyan gotîye.

Li gorî serokwezîr, di 10 mehên piştî îmzekirina peymanê de, hejmara encamên berbiçev hatine tomar kirin.

Ewî destnîşan kirîye ku navendeke zekaya sûnî li zanîngeha Yêrêvanêye dewletê hatîye damezrandin û hukumetê ji bo zanîngehê sûpêrkompyûtêrek kirîye.

“Hukumetê 10 mîlyon dolar ji bo zanîngeha Yêrêvanêye dewletê veqetandîye û sûpêrkompyûtêrek kirîye”.

Li gorî wî, yekem kargeha îstîxbarata sûnî jî li Ermenîstanê hatîye vekirin.

Serokwezîr destnîşan kirîye ku “Yekem kargeha îstîxbarata sûnî li Gagarînê hatîye vekirin û di van rojan de kargeha îstîxbarata sûnî jî wê li Hrazdanê bê vekirin.

“Li gorî Paşînyan, ev pêvajo ji bo Ermenîstanê veguhêrîneke têknolojîk ya cidî ye û dikare bandoreke girîng li ser nav û dengê navneteweyî û jîngeha veberhênanê ya welêt bike.

“Gihîştina têknolojîyên weha û welatekî guncaw û balkêş ji bo veberhênanên weha, bê guman, him wêneya navneteweyî ya Komara Ermenîstanê û him jî jîngeha veberhênana me ya aborî bi girîngî diguhêrîne”,-ewî gotîye.

Serokwezîr her wiha bawerîya xwe anîye ziman ku bandora hevbeş ya projeya TRIPP ê û bernameyên ku di warê zekaya sûnî de têne bicîh kirin wê beşdarî mezinbûna aborî ya domdar bibe.

Paşînyan dîyar kirîye: “Ez bawer dikim ku di çarçoveya projeya TRIPP ê û van pêvajoyên li dora zekaya sûnî de, em ê karibin mezinbûna aborî ya salane ya here kêm 6 selefî mîsoger bikin, ku garantîyakê diefirîne ku em ê rêformên xwe bi serkeftî bicîh bînin, di nav de di warê civakî de jî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button