
Serok Barzanî bi helkefta hatina serê sala Nû ya Koçî (1448), pîrozbahîyeke germ li seranserê mislimanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê kirîye û hêviya xêr û tenahîyê ji bo deverê xwestîye.
Serok Mesûd Barzanî 15 ê hezîranê peyama pîrozbahîyê belav kirîye.Li gorî daxuyanîya baregaya Barzanî, di wê peyamê de hatîye gotin: “Bi helkefta hatina serê sala Koçî, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî tevahîya mislimanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê dikim”.
Serok Barzanî di berdewamîya peyama xwe de ragîhandîye: “Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku sala nû ya Koçî bibe sala binecihbûna aşîtî, tenahî û rehetîyê be, ji bo devera me û hemî cîhanê. Her di xêr û xweşiyan de bimînin”.
Peyama merok Barzanî
Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan
Bi helkefta hatina serê sala Koçî, ez germtirîn pîrozbahîyên xwe arasteyî tevahîya mislimanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê dikim.
Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku sala nû ya Koçî bibe sala binecihbûna aşîtî, tenahî û rehetîyê be, ji bo devera me û hemû cîhanê.
Her di xêr û xweşîyan de bimînin.







