H’emû nûçeSereke
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî îdî fondeke mezin veqetandîye:em gerekê zû tevbigerin: Paşînyan li ser pêkanîna TRIPP ê

Demên dawî de, li Amêrîkayê biryarek derbarê fînansekirinê de hatîye dayîn. Wana ji bo fînansekirina di nav tiştên din de, projeya TRIPP û her weha projeyên din yên herêmî fondek ava kirîye û fondeke mezin hatîye veqetandin. Ji bo ku şaş nebim, ez ê hejmarê nebêjim, lê fondeke mezin hatîye veqetandin. Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan dema brîfîngekê de, dema ku behsa pêşveçûymna pêkanîna projeya TRIPP ê kirîye, gotîye.
Paşmnyan bi îşaretkirina bi xebata alîyê Ermenîstanê re ragîhandîye ku Komara Ermenîstanê wê erkên xwe bicîh bîne.
“Belge zû hatîye îmzekirin, niha qonaxa pejirandinê ye, lê em li benda fermîbûnan nemînin, em bi lez awayî pêşve biçin û ev rewş û helwesta Dewletên Amêrîkayê ye Yekbûyîye”,-ewî gotîye.







