H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan wê beşdarî civîna konseya navdewletî ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku ew ê di demek nêzîk de beşdarî civîna konsêya navdewletî ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  bibe.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku “Rossêlxoznadzor” ê îtxalkirina hejmareke berhemên ermenî qedexe kirîye.

Nîkol Paşînyan gotîye: “Ez ê beşdarî wê rûniştinê bibim û wek min got, em ê bi wan mijaran re mijûl bibin, lê em îro ji xwe bi wan re mijûl dibin. Sazîyên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî dixebitin” .

Li gorî wî, ev pêvajoyên asayî û berdewam in ku diqewimin û hukumeta Ermenîstanê wê beşdarî wan bibe. Civîna bê ya konsêya hukumeta Avrasîyayê ji bo 15 ê tebaxê li bajarê Qirqizistanêyî Çolpon-Atayê  hatiye plankirin

Zêdetir nîşan bide
Back to top button