
Di demekê de ku îdîayên serokê Amerîkayê Donald Tramp yên derbarê “destdanîna kurdan ya li ser çekên ji bo xwenîşanderên Îranê” di rojevê de ne, hatîye zanîn ku nûnerê taybet yê Tramp Tom Barak di hevdîtinên xwe yên Hewlêrê de ev mijar zelal kirîye.
Li gorî agahîyên ku Rûdawê bi dest xistine, Barak dîyar kirîye ku ew îdîa ne rast in û agahîyên xelet dane serok Tramp.
Serokê Amêrîkayê Donald Tramp demên dawîyê gelek cara gazin dikirin û digot: “Kurdan em bêhêvî kirin, çekên me ji xwe re hilgirtin”.
Ev mijar di navbera Hewlêrê û Waþîngtonê de bûbû sedema niqaşan.
Nûnerê taybet yê Amerîkayê yê kar û barên Îraqê û Sûryayê Tom Barak li Hewlêrê bi serok Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî re civîya.
Hatîye ragîhandin ku Tom Barak dawî li wan niqaşan anîye.
“Ti çek nehatine şandin”
Li gorî zanyarîyên ku Rûdawê ji çavkanîyên bilind wergirtine, di civînên girtî de yek ji wan mijarên ku herî zêde dihat meraqkirin ev îdîayên Tramp bûn.
Tom Barak di daxuyanîya xwe ya ji bo serkirdeyên li Hewlêrê de tekez kirîye ku ev mijar tenê ji “agahîyên xelet” pêk tê.
Hatîye zanîn ku Barak di civînan de wiha gotîye:
“Ji kerema xwe li ser vê mijarê dilgiran nebin û xwe neêşînin.
Hewce nake em zêdetir li ser vê mijarê rawestin. Di vê mijarê de agahîyên xelet dane serok Tramp.
Ji bo vê armancê ti çek nehatine Herêma Kurdistanê. Her wiha tu hêza sîyasî ya kurdan dest dananîye ser çekên bi vî rengî”.
Wê bi raportekê bê sererastkirin: “Agahî xelet bûn”
Li gorî hûrgilîyên di qeyda deng de, şandeya Amêrîkayê qebûl kirîye ku hinek derdorên li Waşîngtonê raportên xapînok dane serok Tramp.
Hatîye dîyarkirin ku Tom Barak soz daye ku ew wê piştî hevdîtinên xwe yên Hewlêrê vegere koşika Sipî.
Barak gotîye ew wê “raporteke rast ya ku rastîyan lixwe digire” raberî serok Tramp bike û wê vê şaşfêhmkirinê sererast bike.
Herêma Kurdistanê îdîa red kiribûn
Wekî ku tê zanîn, serokê YNK ê Bafil Talebanî berê li ser van îdîayan gotibû “Ji me nepirsin, ji yên din (ji Hewlêrê) bipirsin” û berê pirsê guhêrandibû.
Lê belê hukumeta Herêma Kurdistanê û wezîreta karên navxwe gelek cara daxuyanîyên fermî dabûn.
Wana ew îdîayên veguhastina çekan bi zimanekî tund red kiribûn.







