SerekeVîdêyo

Sûrên Papîkyan li ser mijarên hevkarîyê bi nûnerên hevaltîyên fransîye “KNDS” û “Airbus” re axivîye /vîdyo/

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan li Parîzê  rastî nûnerên hevaltîyên fransîye “KNDS” û “Airbus” ê hatîye da ku li ser hejmara mijarên têkildarîya pêvajoya hevkarîyê niqaş bikin.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Papîkyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Sûrên Papîkyan 14 ê hezîranê ji bo beşdarbûna pêşangeha navneteweyî ya “Eurosatory 2026” bi serdana xebatê çûye Parîzê.

Di çarçoveya pêşangehê de, wezîrê  Ermenîstanêyî parastinê serdana pavîlyona hevbeş ya hevaltîyên sêktora leşkerî-pîşesazîyê ya Ermenîstanê kirîye, ku tê de potênsîyala lêkolîn û hilberîna zanistî ya welatê me tê nîşandayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button