H’emû nûçeSereke

Dadgeha  Avropayêye  mafên mirovan biryara yekem di doza rûniştina çar rojî ya nîsanê de weşandîye:Adirêcan wê 90 000 yûro bide malbata qurbanîyê serjêkirî

Dadgeha Avropayêye  mafên mirovan  biryara xwe ya yekem di dozên têkildarî şerê nîsanêye çar rojî weşandîye.

Li gorî agahîyên ku li ser malpera dadgeha Avropayêye mafên mirovan  hatine weşandin, di nav tiştên din de, dadgeha Avropayê dît ku Adirbêcanê mafê jîyanê yê leşkerekî ermenî û qedexeya îşkenceyê (serjêkirin û seqetkirin) binpê kirîye.

Li gorî biryarê, Adirbêcan mecbûr e ku 90 000 yûro tazmînat bide xizmên qurbanîyê.

Biryara dadgeha Avropayêye mafên mirovan bi hûrgilî rave dike ka çawa hêzên çekdar yên Adirbêcanê di şerê nîsanêye çar rojî de kemînek li ser leşkerên ermenî çêkirine, ew birîndar kirine û dû re serê wan jê kirine û cenazeyên wan bêrêz kirine.

Li gorî prosêdûrên dadgehê, Ermenîstan di van dozan de wek alîyekî sêyemîn beşdar e. Tevî ku Adirbêcan bi berdewamî sûcê xwe di sûcên ewqas giran de înkar kirîye jî, bicîhanîna biryarê de girîngîya matêryalên kanalên nûçeyan yên Adirbêcanê, ku tê de hêzên taybet yên Adirbêcanê “kiryarên xwe yên qehremanî” raber dikirin, pir zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button