Balyozê Ermenistanêyî li Dewletên Yekbûyî rêbazên nû yên hevkarîya Ermenîstan-amêrîkî li CSIS ê raber dike

Balyozê Ermenîstanêyî li Dewletên Yekbûyî, Narek Mkrtçyan, serdana navenda lêkolînên stratejîk ya li Waşîngtonê kirîye, li wir rojeva hevkarîya Ermenîstan-amerîkî û derfetên nû yên ku bi belgeyên ku vê dawîyê hatine îmzekirin, hatine vekirin raber kirîye.Civînê de, pêşketinên herêmî, pêvajoya aşîtiyê û rola Amêrîkayê jî hatine nîqaşkirin, her wiha pêrspêktîvên hevkarîya di navbera CSIS û navendên ramanê yên Ermenîstanê de hatine niqaşkirin. “Balyoz Narek Mkrtçyan serdana navenda lêkolînên stratejîk (CSIS) ya li Waşîngtonê kirîye, li wir rastî rêvebirê bernameya Avropayê, Rûsyayê û Avrasîyayê Maks Bêrgman hatîye û her weha nûnerên din yên navendê”.
Wextê hevdîtinê, balyoz rojeva hevkarîya Rûsyayê-Dewletên Yekbûyî raber kirîye, bi taybetî li ser hejmareke belgeyên ku vê dawiyê hatine îmzekirin sekinîye ku derfetên nû ji bo hevkarîyê di warên têknolojiyên bilind, zekaya sûnî, madenên krîtîk, pîşesaziya nîvkonduktor, ênêrjî û sêktorên stratejîk yên din de diefirînin.
Herwiha niqaş li ser pêşketinên herêmî û mijarên têkildarîya pêvajoya aşîtîyê ya berdewam, di nav de rol û beşdarîya Dewletên Yekbûyî di wê pêvajoyê de jî hatine kirin.
Derfetên avakirina hevkarîyê di navbera CSIS ê û navendên lêkolîn û analîtîk yên Ermenîstanê de jî hatine nirxandin”,- sifaretxaneya Ermenîstanêye li Dewletên Yekbûyî di daxuyanîyekê de gotîye.







