H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê beşdarî ênêrjîya rojê ya cîhanêye   mezin, li Intersolar Europe 2026   bibe

Di navbera 23-25 ê hezîranê li bajarê Almanîyayêyî Myûnxênê, pêşangehên navneteweyî ya cîhanê di sêktora ênêrjîya rojêye mezin  û prîstîj de, Intersolar Europe 2026, wê bê lidarxistin. Komeleya ênêrjîya rojê ya Ermenîstanê wê sêktora ênêrjîya rojê ya Ermenîstanê di vê çalakîyê de teslîm bike.

Intersolar Europe, ku xwedî dîroka 30 sala zêdetir e, hevaltî, komele, veberhêner, rêxistinên têknolojiyê û çêkirên polîtîkayê yên pêşeng di sêktora ênêrjîya rojê û ênêrjiya nûjenkirî de tîne cem hev.

Di dema çalakiyê de, seroka  komeleya ênêrjiya Ermenîstanêye tevê Julîêta Sîmonyan wê bi axafin pêşda bê û pêvajoya pêşveçûna bazara ênêrjîya rojê ya Ermenîstanê, destkeftîyên sereke yên sêktorê, zehmetî û pêrspêktîvên pêşkeftina pêşerojê praber bike.

Armanca stratêjîk ya komeleya ênêrjiya Ermenîstanêye tevê ew e ku zincîreke nirxa ênêrjîya nûjenkirî ya bêkêmasî li Ermenîstanê ava bike: ji hilberînê bigire heya dêpokirinê, ji întêgrasîyona torê bigire heya fînansekirinê, ji rêziknameyê bigire heya perwerde û pêşxistina bazarê.

Beşdarbûna di Intersolar Europe 2026 de gaveke din ya girîng e ber bi kûrkirina hevkarîya navneteweyî, kişandina zanîn û pratîkên çêtir yên nû û her weha  raberkirina navneteweyî ya potênsîyala ênêrjiyê ya Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button