
Balyozê Îranêyî li Ermenîstanê Xelîl Şîrgolamî bawer dike ku divê rêvebirina rîskên ji projeya TRIPP ê derdikevin û ji holê rakirina pirsgirêkên muhtemel di rojeva têkilîyên Ermenîstan-Îranê de bin.
Ewî, her wiha êrîşên Amêrîkayê yên li ser tesîsên Îranê yên şev bi bîr xistîye û wiha destnîşan kirîye: “Divê fikarên pir rewa û mentîqî yên Îranê yên li ser heyîna amêrîkîyan li nêzîkî sînorên wê bersiveke zelal bistînin û divê bersivek ji van fikaran re bê dayîn. Hukumeta Komara Ermenîstanê jî piştrast kiriye ku di encama pêkanîna vê bernameyê, vê projeyê de, ji ber heyîna Amêrîkayê tu pirsgirêk yan gef ji bo Îranê çênabe”.
Bi raya balyoz, divê mêxanîzmek bê efirandin ku di çarçoveya wê de Ermenîstan bikaribe potênsîyala xwe ya tevahî ji bo rakirina dorpêçê pêk bîne.
Di heman demê de, ewî têkiliyên di navbera her du welatan de wek mayînde û taybet bi nav kirîye.
Li gorî balyoz, rêberê Komara Îranêyî Îslamîyî ruhanî şehîdketî Elî Xamênêyî, helwesteke pir taybet li himber Ermenîstanê hebû, her tim ew wek cînareke hêja bi nav dikir.
“Her wiha ewî bi rêzgirtineke taybetî li nûnerên civaka ermenî yên li axa Komara Îranêye Îslamî dijîn nihêrîye û her derfetek bikar anîye da ku seredana van malbatan bike, nemaze wan malbatên ku zarokên wan di şerê Îran-Iraqê de hatine kuştin”.
Sefîr hêvî kirîye ku ramanên rêberê şehîd “wê her tim di destên me de bin, mîna çirayekê, li ser rêya pêşxistina têkiliyên Ermenîstan-Îranê û pêkanîna bernameyên mezin di pêşerojê de”.







