H’emû nûçeSereke

Gagîk  Sarûkyan hatîye girtin

Karsaz, serokê partîya “Ermenistana pêşkeftî” Gagîk Sarûkyan bi du meha hatîye girtin.

Komîtêya Komara Ermenîstanêye lêpirsînê  derheqa wê yekêde elamî “Armenpress”  ê kirîye.

Gagîk Sarûkyan bi sextekarî û şûştina pera hatîye tawanbarkirin.

6 ê tîrmehê, Gagîk  Sarûkyan hatîye girtin û cîguhastî komîtêya lêpirsînê  kirine. Paşê, ew ji komîtêya lêpirsînê veguhêzî dadgehê kirine.

Komîtêya lêpirsînê ragîhandîye ku di çarçoveya dozên cezayî de, lêgerînên hevdem 70 navnîşanan bi hevkarîya sêrvîsa ewlekarîya neteweyî, komîtêya dahata dewletê û polîsên wezîreta karên navxweyî hatine kirin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button