Çiqas ermenî li Gurcistanê dijîn?

Rêjeya Gurcistanêye êtnîkî di nav nifûsa giştî ya Gurcistanê de deh salên borî de ji 86,8 selefî daketîye 84,1 selefî, her çend hejmara wan ya giştî 2,5 selefî zêde bûye û gihîştîye 3,3 mîlyonî. Ev yek di encamên dawî yên serjimêrîya nifûsê ya sala 2024 a de, ku ji alîyê sêrvîsa îstatîstîkê ya neteweyî ya Gurcistanê ve hatîye weşandin, tê îzbat kirin.
Li gorî van daneyan, nifûsa Gurcistanê 3.93 mîlyon kes e, li gorî 3.71 mîlyon di sala 2014 a.
Koma êtnîkîye duyemîn ya here mezin azêrî dimînin-268.8 hezar kes, yan jî 6.8 selefê nifûsa welêt. Hejmara wan deh salan de bi 15.4 selefî zêde bûye.Cîhê sêyemîn ermenî ne, ku hejmara wan bi 0.7 selefî zêde bûye û gihîştîye 169.3 hezar kesa û para wan di nav nifûsê de 4.3 selef e, “Novostî-Grûzya” radigihîne.
Koma here mezin ya bîyanîya rûs in-37,7 hezar kes.Piştî wan welatîyên Hindistanê (23,9 hezar) û Ûkraînayê (11,5 hezar) tên. Welatîyên Adirbêcanê, Ermenîstanê, Tirkîyayê, Bêlarûsê, Îranê, Îsrayêlê û Urdunê jî di nav dehên pêşîn de cîh digirin.
Serjimêrîyê guhartinên olî ya welêt de jî tomar kirîye. Hejmara peyrewên dêra Apostolîk ya ermenî bi 6,7 selefî kêm bûye û gihîştîye 101,736 kesan.
Daneyên weşandî jî nîşan didin ku gurcikî ji bo piranîya nifûsê zimanê dayîkê dimîne: 3,34 mîlyon kesan ew wek zimanê dayîkê yê xwe îlan kirine.Azêrî ji bo 265,500 niştecîhan, ermenî jî ji bo 139,400 kesan zimanê dayîkê ye.
Di heman demê de, 183 hezar kes gurcikî jî bi asteke here kêm nizanin. Di nav wan de, 118 hezar kesî zêdetir zimanê wan yê dayîkê azêrî ye, 43 hezar kes ji bo wan ermenî ye û 11 hezar kes jî rûsî ye.







