
Kapîtanê tîma Ermenîstanêye futbolêye netewî Eduard Spêrsyan bi fermî cîguhastî klûba “El-Ehlî” ê ya Erebistana Saûdîyê bûye. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêrvîsa çapemenîyê ya Krasnodar ê ragîhandîye.
Spêrsyan xwendikarê akademîya klûba fûtbolê ya Krasnodarêye. Nava 185 lîstikan de bi forma reş-kesk, Spêrsyan 102 çalakîyên bi bandor (58 gol + 44 asist) lîstîye û bûye golkarê herî baş di dîroka klûbê de. Di sêzona 2024/25 a de, wek kapîtan, Edvard “ga” ber bi şêmpîyonîya yekem ya dîroka klûbê ve birîye. Û di sêzona 2025/26 a de, ew bi 29 qala (13+16) bûye pasvanê baş bi bandor yê RPL (16 asist) û di pergala çêtir “gol + asist” de.







