Sîyasî

Parlamêntvanê îraqî: aparatên Îsraêlêye bêpîlot piş t’eqînên li i’mbarên şih’îyaye sîlih’a sekinîne

Endamê komîtêya parlamênta Îraqêye pirsên p’arastinê û bêqezîyabûnê K’erîm Alayîvî e’lam kirîye,wekî aparatên Îsraêlêye bêpîlot derb gîhandine i’mbara sîlih’a, yên ku bin kontrola H’eşid Aş Şaabîyêdanin. R’oja sêşemê hatibû r’agîhandinê, wekî li bakûrê Beg’dayê, li k’îderê usa jî baza amêrîkîyaye, t’eqînên mezin qewimîne. Parlamêntvanê îraqî jî gotîye,wekî şe’detî hene, ku aparatên Îsraêlêye bêpîlot derb gîhandine wan i’mbara. Ewî usa jî serda zêde kirîye,wekî ŞAY îşiqa k’esk daye Îsraêlê, ku Îsraêl ji hewê derba bighîne, çimkî têrîtorîya Îraqêye hewê bin kontrola Waşîngtonêdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button