
K’omên k’urda, yên hêzên p’arastina gel t’evî eskerê r’êjîma Sûrîyaê t’abîyên xweye li K’obanê qewîn dikin bona wê yekê, ku heger T’irk’îya wî alîda êrîşke, ew bikaribin xwe bip’arêzin. T’irk’îyaê çend bajar’ên stratêgîye li ser sînorê Sûrîyaê hildane bin kontrola xwe. K’oban jî bajar’ekî stratêgîye, yê ku bin kontrola k’urdadane, li k’îderê eskerê Sûrîyaê û polîsîya R’ûsîyayêye leşkerî hene.







