Organîzeya Net’ewên Yekbûyî e’lam kirîye,wekî qewimandinên van axirîya gerekê dijwarîya bona r’êformên hundur’ pêşda neyne. Ev e’lametî peyî wê yekêr’a hatîye belavkirinê,wextê ku van axirîya li Îraqê h’alê sert di navbera ŞAY û Îranêda pêşda hatîy. Pêşîya van qewimandina li Îraqê protêstokirin destpê bibûn.Wek’îla k’atibê Organîzexya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasçardê gotîye,wekî lazime gur’a cime’tê bikin. “Kuştin, r’evandina meriva, xebitandina fişekên r’ast û gefxwerinên hindava protêstokirada gerekê bêne sekinandinê û merivên gunek’ar gerekê li ber cabdarîyê bisekinin”,- ewê gotîîye. Em bêjin,wekî wextê wan protêstokirinên li Beg’dayê û li bajar’ên mayîn h’etanî niha îdî nêzîkî 5OO merivî hatine kuştinê û ji du h’ezara zêdetir jî birîndar bûne, bi deha meriv jî ji alîyê ç’ekdarên nee’yanda hatine r’evandinê.
Gotarên eynî
Li Adirbêcanê 96,2 selef “Zangêzûrê, Îravanê û Gyoyçayê” wek axa Adirbêcanê ya dîrokî dihesibînin: fonda “Tatoyan”
03.05.2024, 17:35
Alêksandrov: Rûsyayê erkên xwe yên parastina Ermenîstanê bi cîh neanîye û ji ber vê yekê tu kes nayê cezakirin
03.05.2024, 16:40
Herwiha kontr’ol bike
Close