Dêlêgasîyaên Amêrîkîye leşkerî-sîyasî t’ev serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî û serekwezîr Me’srûr Barzanî hevr’axeberdan derbaz kirine, ku li herêmê çar bazayên amêrîkîye leşkerî bêne çêkirinê.Çawa ku ajansa îraqî daye dîyarkirinê, alîya ew prosês gotûbêj kirine,wekî Hewilêr piştgirîya leşkerên amêrîkî dike û naxweze, ku leşkerên amêrîkî ji Îraqê derk’evin.Bi r’esmî derheqa wê înformasîyaêda hela hê nehatîye îzbatkirinê.Wextê r’asthatina usa jî pirsên derheqa qewînkirina heleqetîyên dîplomatî, hevk’arîya nava govekên sîyasî û êkonomîkîda, lezêxistina vekirina konsûlxana ŞAY-ye li Hewilêrê hatine gotûbêjkirinê.
Gotarên eynî
Balyozxaneya Ermenîstanê ya li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî cara ewil derîyên xwe ji bo zîyaretvanan vekir
07.05.2024, 19:25
Dibêjin Ermenîstan vêktora xwe diguherîne, Rûsyayê jî berê xwe daye Adirbêcanê: parlamêntvanê miclîsa neteweyî
07.05.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close - Pûtîn bi fermî ji bo heyama 6 salan posta serokê Rûsîyayê wergirt07.05.2024, 15:30