Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî û wezîrê Îtalîyaêyî k’arên der Lûîcî Dî Mayo r’oja çarşemê li R’omayê r’astî hevdu hatine, li k’îderê p’êwendîyên dualî û pirsên herêmî hatine gotûbêjkiriê. Barzanî û Mayo careke mayîn derheqa hevk’arîya dualîda axivîne, û dane dîyarkirinê,wekî berdewamkirina mîsîya t’e’lîmkirina pêşmergaye li K’urdistanê pêwîste. “Me hevk’arîya pêşer’ojê, ya nava goveka bêqezîyabûnê û k’ir’în-frotanêda gotûbêj kirîye”,-Barzanîyê serekwezîr T’wîttêrêda nivîsîye.Paşê serekwezîrê K’urdistanê r’astî wezîrê Îtalîyaêyî p’arastinê Lorênso Gêrînî hatîye, li k’îderê pirsên derheqa hevk’arîya leşkerî, ya bo şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê hatîye gotûbêjkirinê.Barzanî û Gêrînî bi hevr’a qayîl bûne, wekî t’eşkîleta DAÎŞ-ye têr’orîstî dîsa bona bêqezîyabûna Îraqê û t’emamîya herêmê qezîyaye, bo wê yekê jî piştgirîya navnet’ewî hindava qewatên k’urda û îraqî girînge. Serekwezîrê k’urd r’azalixî e’lamî Îtalîyayê kirîye bona t’e’lîmên leşkerî û guman e’lam kirîye,wekî t’e’lîmê berdewambin.Xeberdan usa jî derheqa bûyerên li R’ohilata Navînda çûye û wezîrê îtalî r’ola K’urdistanêye nava milahîmkirina h’alda bilind qîmet kirîye.
Gotarên eynî
Nêzîkbûna têkilîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê ne li dijî Îranê ye: zanyarê sîyasî
06.05.2024, 15:50
Lîtva ji Yêrêvan û Bakûyê re raber dike ku ezmûna xwe di rakirina blokan de bi kar bînin
06.05.2024, 14:55
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê wekî piştî dew û doza Qerebagê nava pirsa azaya dînîda Adirbêcan paşda çûye:Christian Post
06.05.2024, 13:50
Herwiha kontr’ol bike
Close