Hêzên K’urdistanêye pêşmerga veneger’îyane provînsîya K’irkûkê. Deheqa wê yekêda wek’îlê fermandarîya hêzên îraqî, gênêral Yaxîya R’esûl gotîye.Nava e’lametîya gênêralda hatîye dîyarkirinê,wekî hevdîtinên di navberada wek’îlên wezîretên p’arastinê bona gotûbêjkirina opêrasîyonên t’evaîye li K’irkûkê, Dîyalê, Nînêvîyayê derbaz bûne.Wek’îlê wezîreta pêşmerga Bek’ir Fakê gotîye, wekî dêlêgasîya wezîreta Îraqêye p’arastinê wê her’e Hewlêrê, bona ku bighîjine p’evk’etinên dawî û paşê qayîlnivîsarê îmzekin.Bi gotina wî, wezîreta pêşmerga û wezîreta Îraqêye p’arastinê bi h’eyşt xala p’evk’etine, yên ku girêdayîne hevk’arîya nava ce’sûsîyêda û opêrasîyonên t’evaîye li ser têrîtorîyayên hevr’aqayîlnekirîr’a.Ev h’emû tişt girêdaîye zêdebûna şuxulk’arîya DAÎŞ-r’a.
Gotarên eynî
Wextê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebaxê, ya meha îlonê, zêrandin û usa jî eblûkirinên cinyaza hatine kirinê: parêzera mafên mêriv
03.05.2024, 09:35
Wezîrên Ermenîstanê û Ûkraînayêye karên der pirsên derheqa rojeva pêwandîyên dualî û dîyaloga sîyasîda gotûbêj kirine
03.05.2024, 08:30
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Ermenîstanê destbi çêkirina rêze helmetên zirxî kirin02.05.2024, 17:35