Dîsa beşeke alîk’arîya leşkerî ji alîyê koalîsîyona navnet’ewîda hatîye şandinê û ew bar gihîştîye provînsîya k’urdaye Hesekê, li bakûr- r’ohilatê Sûrîyayê.Derheqa wê yekêda merk’eza Sûrîyayêye mafp’arêz r’agîhandîye. Anegorî wê me’lûmetîyê 25 avtomaşînên barbir, yên bi barê leşkerî barkirî ji bajar’ê Al Şedadê derk’etine û çûne Hesekê.Hatîye gotinê, wekî 13-ê t’ebaxê ji cêrga vtomaşînaye wî cûr’eyî hatîye Hesekê, dik’etine nava k’îjanê 4O avtomaşînên barbir, yên ku ji K’urdistana Îraqê derbazî neh’îyên k’urdên Sûrîyayê bûne.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close