K’atibê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Mayk Pompêo r’oja çarşemê e’lam kirîåye,wekî ewî bangî h’ukumata Îraqê kirîye, ku pirsa byûcêyê t’evî h’ukumata Herêma K’urdistanê h’elkin.Ev e’lametî ewî wextê pirêss-konfêransa piştî hevdîtina t’evî wezîrê Îraqêyî k’arên der Fûad H’usêyn li Waşîngtonê kirîye.Nava e’lametîya Pompêoda hatîye dîyarkirinê,wekî ewî bangî H’usêyn kirîye ku de’wek’arîyên cime’ta Îraqê bi heqî qebûlkin û mîyaserkin û serda jî derheqa pirsa byûcêya Herêma K’urdistanêda gotîye. Dîplomatê Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî paşê gotîye,wekî Waşîngton dixweze bona dasekinandina bêqezîyabûnê piştgirîyê bide Bexdayê, nenihêr’î wê yekê,wekî Donald T’ramp’ê serok hazire eskerê amêrîkîye li wir bide kurtkirinê, lê paşê t’am bide derxistinê.Hatîye dîyarkirnê,wekî ŞAY e’lam kirîye,wekî 2O4 mîlîon dolara çawa alîk’arîya hûmanîtarî bidine Îraqê û mihacirên li wir.Bi wê yekêva t’evayî Pompêo gotîye,wekî ew dixwezin ji r’uşetxwerinê azabin, pêşda her’e û bi t’emamî întêgrasîyayî êkonomîka cîhanê bibe.
Gotarên eynî
Têkilîyên Hindistanê Bakûyê û Yêrêvanê re baş in, lê di warê hinardekirina berhemên xwe de girîngîyê dide
29.04.2024, 18:30
Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê
29.04.2024, 17:35
Leşkerên baregeha Rûsîyayê ya Ermenîstanê ku li Qerebaxê wezîfedar bûn, dişînine Ûkraînayê
29.04.2024, 16:40
Herwiha kontr’ol bike
Close