Sedira Organîzeya Cizîrêye mafp’arêz Evîn Cûmayê e’lam kirîye: “Mafê mêriv, bi t’aybetî mafê jina û azayên civakî tên t’er’ibandinê.R’oja îroyîn bona qedir jin nava encamên zordarîya malbetêda tên kuştinê. Nenihêr’î wê yekê,wekî dewleta t’irka konvênsîya Stembolê îmze kirîye, xirabk’arên dijî jina nehatine cezakirinê, çimkî dewleta t’irka piştgirîya xirabk’ara dike. Xalên konvênsîyayê nehatine mîyaserkirinê û bo wê yekê jî t’er’ibndinên wî cûr’eyî, xirabk’arîyên dijî jina zêde bûne. Hersal ji 285 jina zêdetir tên kuştinê. Mînak: jina cahil ji alîyê sêrjantê t’irka Mûsa Orhanda hatîye şuhurandinê û piştî wê yekê ewê jinê xwe kuştîye. Feqet, ew merivê ku şuhurandîye azadîyêdane”.Evîn Cûmayê usa jî gotîye,wekî gelek h’iqûqzan, sîyasetmedar û r’ojne’mevan, yên ku mafê mêriv dip’arêzin li h’ebsên t’irkadanin û ew nava qewilên gelekî xirabdanin. Bo vê yekê jî mafê jina tê t’er’ibandinê. ” T’irk’îya dixweze ji konvênsîya Stembolê der bik’eve, bona ku cezakirin neyêne kirinê”,-Evîn Cûmayê gotîye.
Gotarên eynî
Têkilîyên Hindistanê Bakûyê û Yêrêvanê re baş in, lê di warê hinardekirina berhemên xwe de girîngîyê dide
29.04.2024, 18:30
Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê
29.04.2024, 17:35
Leşkerên baregeha Rûsîyayê ya Ermenîstanê ku li Qerebaxê wezîfedar bûn, dişînine Ûkraînayê
29.04.2024, 16:40
Herwiha kontr’ol bike
Close