Sereke

Emê pêşda bilivin:Arayîk Harûtyûnyan berbirî cimetê bûye

Serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan, girêdayî roja rêfêrêndûmê û konstîtûsîya bo serbestîya Qerebagê ra, berbirî cimetê bûye.
“Him sala 1991-ê û him jî sala 2OO6-a rêfêrêndûm hatine derbazkirinê, bi kîjanê cimeta me careke mayîn derheqa jîyana xweye li ser axa xwe îzbat kirîye.Roja îroyîn jî armanc û cedandinên me dîsa ewin, qirara me nehatîye guhartinê”,-Arayîk Harûtyûnyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
Bi gotina serokê Qerebagê, li ser rîya dewletçêkirinêye giran û dijwar gelek cêribandin û dijwarî hatine altkirinê, gelek zyan hatîye dîtinê,lê her dem mane neşikestî, qewat û qewîn.
“Nava van mehên dawîda em li ber dijwarîya sekinîne,rû bi rû li ber zyana mezin sekinîne,lê rêya me nayê guhartinê, xwestina me diha zêde ye û diha qewîn e.Roja îroyîn em wê êşa mezin xweda xweyî dikin, roj bi roj birîna derman dikin, emê pêşda bilivin ku welatê xwe çêkin, pêşeroja nisiletên xwe avakin”,-ewî gotîye.Em bîr bînin,wekî dehê kanûnê li Arsaxê çawa roja rêfêrêndûma serbestîyê û roja konstîtûsîyayê tê kifşkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button