Sereke

Adirbêcanê beşa Arsaxêye mezin stend, lê xweserkarîkirin unda kir: Knyazyêv

Êrdogan li Adirbêcanê, bi hazirîya xweye leşkerî, dicedîne dora Îranê bigre, li ber çevê ŞAY û Brîtanîya Mezin bide kifşê, ku ew nava pirsa doza tevî Îranê ew çiqasî kardare. Derheqa wê yekêda pêşezanê Asîya Navîn û Rohilata Navîn Alêksandr Knyazyêv gotîye û serda zêde kirîye,wekî bazayên Tirkîyayêye li Qeterê dikarin bona tabîyên Îranê qezyîyayê pêşda bînin.
“Ew çi ku Êrdogan li Bekûyê digot, gerekê ne tenê çawa gava dijî Îranê, lê usa jî dijî Rûsîyayê, Çînistanê û wan hemû welatên mayîn qîmetkin, sîyasîya kîjana dijî ŞAY û Brîtanîya Mezine. Aktîvîya eksîtirkaye li kongirêsa Amêrîkayê û usa jî cêrge elametîyên Cozêf Baydên, yên stratêcîne û ew nade kifşê, wekî ŞAY ji pêwandîyên tevî Enqerê paşda disekine, nava dorana kîjanêda kirinên Tirkîyayê gelekî azane.
Bi sedsala ser hev Tirkîyayê berjewandîyên xwe tevî welatên rojavayê dane qayîlkirinê û çetin tabîya Êrdogane niha bibe hîm ku guhartin biqewimin. Meriv nikare nebîne ku Waşîngton û London çi cûreyî piştgirîyê didine cedandinên Êrdogane li Adirbêcanê, Yûnanistanê, Lîbîyayê, nava pirsa Qirîmêda û usa jî li Qerebagê.
Çi ku derheqa bernama Êrdogane “Tûrana mezin”dane, bona wê yekê topraxên gelek welata dikevine nava wê progiramê, li kîderê tenê cimetên tirkîaxif nînin.
Gotinên Êrdogane derheqa axa Îranêda gerekê niha çawa bang bê qebûlkirinê. Enqere bona dew-doza rast hê hazir nîne, qewata wî wê têrê neke, lê ew yek bona miletçîyên tirk nîşane”,- pêşezan gotîye.Bi xebrdana derheqa Adirbêcanêda û bernamên Tirkîyayêda, Knyazyêv gotîye wekî Adirbêcanê bijartina xweye bona kara Tirkîyayê û undakirina xweserkarîkirinê îzbat kirîye.
“Bekû bin serkarîkirina tirkada wê mecbûrbe tevî Rûsîyayê û hazirîya rûsaye leşkerîye li Adirbêcanê, usa jî tevî Îranê hesab rûnê. Nava tifaqa azêrîya-tirkada dîskûrsa dijî Îranê wê berdewambe. Halê vî cûreyî wê her dem dereca dew-dozêye li herêmê xweyke, û hema berê ewlin hindava Adirbêcanêda”,-Alêksandr Knyazyêv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button