Sereke
Kongira Netewên Kurdistanê bang dike ku bona halê li herêma Metînê dîyalogê destpêkin
Girêdayî halê li Herêma Metînêra, kongira Netewên Kurdistanê bang kirîye ku dîyalogê destpêkin. Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî qewimandinên bi qezîya qewimîne û nava bûyarên tragîkda koma pêşmerga bûye cangorî.Hatîye dîyarkirinê, wekî eva îdî şerê 4O rojîye ku pevçûyînên tevî eskerên tirka diqewimin, rûyê çida cimeta cîh zyanê dikeve.
“Em berbirî hemû partîya dibin ku pirsgirêkê bi rîya dîyalogê helkin û hemû alîyên kurda gerekê borcdarîyên xwe biqedînin. Em serxweşîyê didine malbetên pêşmerga, yên ku jîyana xwe ji dest dane”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.