
Serokê Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî qirara mehkema Almanîyayêye derheqa cezakirina endamê DAÎŞ-yî berê, ya bona komkujîya dijî êzdîya, silav kirîye.
“Em qirara mehkemê silav dikin, anegorî kîjanê ewî bona komkujîya êzdîya cezayê anegor stendîye û piştgirîyê didine îşên mehkemêye wî cûreîye dijî komên têrorîstîye li temamîya dinîyayê”,- Nêçîrvan Barzanî Twittere da nivîsîye.
“Em hêvîdarin, wekî gava vî cûreyî wê emekê mezin bike nava heqîtîya bona cangorîyên êzdîya û hemû cangorîyên têrorîzmê”.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesûsr Barzanî qirara mehkema almanî silav kirîye.
“Ez bi germayî qirara mehkema almanî silav dikim, anegorî kîjanê endamê DAÎŞ-ê hatîye gunehkarkirinê, bona xirabkarîyên dijî merivayê”,- Barzanîyê serokwezîr Twittere da nivîsîye.“Ev qirar çawa bûyara dîrokîye û mecala berbi heqîtîyê û qencbûnê dide temamîya ola êzdîyaye li dinîyayê”,-Mesrûr Barzanî gotîye.







