H’emû nûçeSereke

Kurd roja ala Kurdistanê didine kifşê

Roja pêncşemê soqaq û ceddên Kurdistanê bona roja ala Kurdistanê hatine xemilandinê.

Roja ala Kurdistanê 17-ê kanûnê tê kifşkirinê. Feqet, ew roj îsal ketîye roja ne xebatê, bo wê yekê jî hemû kes 16-ê kanûnê tevî cejinê bûne.

Dîroka ala Kurdistanê ji sala 1927-a tê, wextê ku lîdêrên heja Xoybûnê ev al hazir kirin bona ku bidine kifşê, wekî miletê bi navê kurd heye.

28-ê çileya sala 1927-a, wextê şorişa Araratê, ala Kurdistanê li ser çîyayê Agirîyê hatîye bilindkirinê, çawa berxudana dijî tirka.Cara bi sirê ew al li Komara Mehabadê hatîye bilindkirinê.

Komara Kurdistanê ev al çawa sembola yekîtîya kurda daye kifşê. Nenihêrî wê yekê, wekî  şerkarî û berxudanê berdewam dikirin, lê dawîya komara Mehabadê 16-ê kanûna sala 1946-a bû. 31-ê adara sala 1947-a serokê komarê Qazî Mehmed tevî lîdêrên komarêye mayîn hatine cezakirinê.

4-ê tîrmeha sala 1992-a tê hesabê çawa roja sazbûna  Herêma Kurdistanê. Hukumata Kurdistanê ala bi 21 tîrêncên rojê qebûl kir. Roja îroyîn jî ev al çawa ala Kurdistanêye miletîyê tê hesabê û hemû kurdên li dinîyayê wê sembola miletîyê qebûl dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button