SerekeSîyasî

Baylozê ŞAY-yî li Îraqê rastî lîdêrên êzdîyayî ruhanî hatîye

Baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî li Îraqê Mêtyû Tyûlêr lîdêrên êzdîyaye ruhanî qebûl kirîye, bona ku cêrge pirsên girêdayî cimeta Şengalêra gotûbêj bikin.

Konsûlxana Ştatên Yekbûîye li Hewlêrê li ser rûpelê xweyî facebook-ê derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî bayloz lîdêrên êzdîyaye ruhanî Mîr Hazim Tehsîn Beg û Babê Şêx Elî Îlyas silav kirine.

Hatîye ragîhandinê, wekî pirsgirêkên ola êzdîyaye li Îraqê hatine gotûêjkirinê.Hatîye gotitnê, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser wê tabîyêne, ku piştgirîyê bidine ola êzdîya û komên êtnîkîye mayîne li Kurdistanê û Îraqê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button