H’emû nûçeSereke

Elametîyên Adirbêcanêye agrêsîv  bona teribandina qewînbûn û aramîya herêmêne: wezîreta Ermenstanêye karên der

Vekirina zemanê aramîyê bona Ermenîstanê û herêmê stratêcîya meye û em hêvîdarin wekî Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê wê mêxanîzmên xwe bide xebatê bona ku qewilên bona aşîtîyê bêne sazkirinê. Derheqa wê yekêda wextê hevdîtina tevî wezîrê Polonîyayêyî karên der Zbîgnêv Raû, wezîrê Ermenîstnêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

Mîrzoyan gotîye wekî merkeza gotûbêjkirinada cêrge pirsên qewînbûn û bêqezîyabûna herêmî hebûne.

«Mixabin  gerekê bêjim, wekî nenihêrî cedandinên Ermenîstanêye bona aramîyê, em dîsa rastî elametîyên Adirbêcanêye agrêsîv tên, yên ku bona teribandina qewînbûn û aramîya herêmê tên belavkirinê.

Bi teribandina normên mafên navnetewî û elametîya 9-ê mijdarê, Adirbêcan dîsa dîlên ermenîye leşkerî û merivên  sîvîl li cem xwe xweyî dike û wê nava pêvajoyên sîyasîda dide xebatê. Nava vê pirsêda gavên  civaka navnetew girîngin.

Ew yek jî tiştê qebûlkirinê nîne wekî mîrata ermenîye bin kontrola azêrîyada tê xirabkirinê û tunekirinê. Em ji vî alîda hêvîdarin wekî civaka navnetewî bersiva wê yekê bide»,- nava elametîya wezîrê Ermenîstanêyî karên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button