Bersiva Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê, ya hişk bo Adirbêcanê
Wekîleta Fransîyayêye nava Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayêda rûpelê Twittere da bersiva elametîyên Bekûê daye, yên ku heyîna koma Mînskê dikine bin şikberîyê.
“Hûn zanin, wekî Fransîya tevî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Rûsîyayê ji 1-ê çileya sala 1997 a da hemsedirên koma Mînskêne. Ev kom bona hevraxeberdanên edil, yên dora dew û doza Qerebagê dika anegor dide çareserkirinê, bona ku li Qafqasîya Başûr qewînbûn îzbatbe”,- Twittere da hatîye nivîsarê.
Pêşda wezîreta Adirbêcanêye karên der bersiva wê yekê dabû, wekî sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên Fîlîp Rîkêrê dîplomat çawa wekîlê Ştatên Yekbûyî, yê nava koma Mînskêda kifş kiribû. Adirbêcanê ev qirar rexne kiribû.
Berdevka wezîreta Adirbêcanêye karên der Lêyla Abdûlayêvayê gotibû, wekî cêribandinên dasekinandina koma Mînskê dikarin usa bikin, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ji pêvajoya helkirina heleqetîya dûrkeve. Ewê gotibû, wekî dew û doza Qerebagê îdî tune, pirsgirêk hatîye helkirinê û Qerebag beşeke Adirbêcanêye.
Ji alîyê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîda bersiv hatîye dayînê. Ji alîyê Bekûêda usa jî nerzaîbûnên hindava Ştatên Yekbûyî û Fransîyayêda hatine raberkirinê. Şêwirmendê Îlham Elîyêv Hecîyêv derheqa vê yekêda gotibû:
“Roja îroyîn baylozên Fransîyayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ne li Şûşîyêne. Wana dewatkirina hukumata Adirbêcanê eşkere hesab hilnedan”.
Hecîyêv usa jî bi nerazîbûn gotibû, wekî Fransîya û Ştatên Yekbûyî çawa hemsedirên koma Mînskê alî helkirina pirsgirêkê nekirine.