SerekeSîyasî

Mîrê êzdîya wê tevî Papê Romayê  halê êzdîya û Şengalê gotûbêj bike

Lîdêrê ruhanî û mîrê êzdîyên Kurdistanê û temamîya cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg elam kirîye, wekî nava vê mehêda ewê here Vatîkanê, li kîderê ewê rastî  Papê Romayê bê.

“Min birîyar kirîye, ku 14 ê vê mehê herime Vatîkanê û rastî Papê Romayê bêm”,- Mîrê êzdîya gotîye  Basnews  ê.

Çi ku derheqa  armanca seredanêdane, Mîr Hazim Tehsîn Beg gotîye: “Armanca min ewe ku ez tevî Papê Romayê derheqa halê êzdîya û Şengalêda gotûbêj bikim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button