“Em amadene hevdîtina paşdaêxistî li Moskvayê pêk bînin”: Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa pêvajoya dora peymana aşîtîyêda xeberdaye û gotîye wekî ew yek berdewam dibe: “Alî her dem pêşnîyara pevdiguhêrin, şirovekirina dikin û pêvajo gerekê pêşda here. Li rex vê pêvajoyê usa jî hevdîtinên wezîra pêk tên, wextê kîjana pêşnîyar tên gotûbêjkirinê”,- Mîrzoyan gotîye û bîr anîye wekî rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda meha kanûnê ew beşdarî hevdîtina li Moskvayê, ya wezîrên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayêye karên der nebûne.
Ewî usa jî bîr anîye wekî alîyê ermenî hevdîtin ne ku betal kirîye, lê daye paşdaêxistinê. Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî cîhê hevdîtinê girînge, lê ew yek tehsîra xwe ser pêvajoyê nahêle: “ Em amadene hevdîtina paşdaêxistî li Moskvayê pêk bînin”,- Mîrzoyan gotîye.







