Nava vê hevtêda Yekîtîya Avropayê wê mîsîya ji 100 merivî bişîne Ermenîstanê

Nava dorana hemcivîna li Myûnxênê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û seroka komîsîya Avropayê Fon dêr Layênê pêk hatîye.
Pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda hatine gotûbêjkirinê.
Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê hevkara Ermenîstanêye û bona piştgirîya werguhastina razalixî elam kirîye.
Fikir dora progiramên hevkarîya Yekîtîya Avropayêye rojhilatê hatine pevguhartinê. Xeberdan usa jî derheqa halê li Herêma Qafqasîya Başûr çûye.
Seroka komîsya Avropayê rûpelê xweye Twittere da nivîsîye, wekî Yekîtîya Avropayê hevkara Ermenîstanêye û wê potênsîyala êkonomîkî û învêstîsîyon berdewamke.Ewê usa jî daye dîyarkirinê, wekî nava vê hevtêda Yekîtîya Avropayê wê bona qewînkirina aşîtîyê mîsîya ji 100 merivî bişîne Ermenîstanê.







