
Opozîsîyonêrê Adirbêcanê Silêmanî Silêmanlî malbeta Elîyêvîya rexne kirîye û nava talankirina cimeta welêt gunehkar kirîye.Ewî bi taybetî nivîsîye, wekî bi dokûmêntalî hatîye îzbatkirinê, ku komplêksa mêvanxwena Sofitel, ya li Dûbayê ya bahê mîlyardek dolarî ji alîyê malbeta Elîyêvîyada hatîye kirînê û ew kîsî perên cimeta welête. Ew hotêl ya keça serokê Adirbêcanêye.
“Ew mîlyard dolar, yên kîsî cimetê, li welatên cuda-cuda hatine învêstkirinê.Perên bona alîkarîya zaroka dane birînê û ew pere li ser zarokên xwe xerc dikin”,- opozîsîyonêr Twittere da nivîsîye.







