H’emû nûçeSereke

Wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên der wê li Moskvayê rastî hevdu bên

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan 20 ê adarê wê li Moskvayê rastî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov bê.

Li gorî ragîhandina Armênprêssê derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê gotîye.

14 ê adarê, wextê prêss-konfêransê, Nîkol Paşînyanê serokwezîr elam kiribû wekî pêşerojêda wezîrê karên der wê here Moskvayê, li kîderê ewê rastî wezîrê Rûsîyayêyî karên der bê. Berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê jî elam kiribû, wekî seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên der, ya li Moskvayê tê amadekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button