H’emû nûçeSereke

Bêdengîya Rojavayê Adirbêcanê zêdetir ruhdar dike, ne ku piştgirîya Tirkîyayê: Lîndsî Snêl

Nava salên dirêjda civaka navneteweyî çevên xwe li ser xirabkarîyên Adirbêcanê, yên hindava cimeta ermenî, çawa li Qerebagê, usa jî li Ermenîstanê girtine.Civaka navneteweyî xwe nêytral girtîye.Vê yekê gîhande wê derecê, wekî di navbera agrêsor û cangorîyên agrêsîyayêda wekehevtî tê kifşê, derheqa kîjanêda nava elametîyên sîyasetmedarada tê kifşê. Feqet hene şexs li cem kîjana nêzîkbûna anegor heye û ji wana hene meriv, yên ku natirsin û fikira xwe belav dikin.Nava wanda usa jî rojnamevana amêrîkîye, pêşekzana Qafqasîyayê, Rojhilata Navîn û Afrîka Bakûr Lîndsî Snêle.

Nava axaftina xweda Snêlê daye dîyarkirinê, wekî bi piştgirîya Tirkîyayê Adirbêcanê sala 2020 î şer dijî Arsaxê û Ermenîstanê destîpê kir. Ewê usa jî gotîye, wekî Adirbêcan hevkara Rojavayêye stratêcîye, bi taybetî nava goveka ênêrgêtîkîda.

Bi gotina rojnamevanê, wê yekê usa jî nava heleqetîyên Rojavayê û Tirkîyayêda dibînin. Ewê  gotîye wekî sala 2018 a Tirkîyayê êrîş birîye ser bakûrê Sûrîyayê, nava encamên kîjanada bi hezara meriv hatine kuştinê, bi seda  hezara ji cîh û warên xwe derketin.Bi wê yekê usa jî tabîyên DAÎŞ ê qewîn bûn. Tirkîya usa jî bakûrê Îraqê bombebaran dike û binelîyên edil dikuje.

Bi gotina rojnamevanê, Rojava usa jî bona dorgirtina Qerebagê dengê xwe nake, çevê xwe digre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button