Armanca kompanîyayên Ermenîstanê tune ku welêt bikine bin sanksîya

“Gelek cîha nava çapemenîyêda tê belavkirinê, ku Rûsîya dora sanksîyara derbaz dibe, nava wêda usa jî bi alîkarîya Ermernîstanê, lê gerekê hesab hildin, wekî menîya sereke ewe, wekî Ermenîstan tevî Rûsîyayê nava zona êkonomîkî û gumrikêdane û çûyîn-hatina eşîyaye di navbera wan welatada azaye”,- wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye, dema ku ewî bersiva prêssa amêrîkî daye, bi kîjanê ji wezîr pirsîne, ku Ermenîstan alî Rûsîyayê dike ku ew dora sanksîyara derbazbe.
Vahan Kêrobyan daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan endama peymana Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî kompanîyayên Ermenîstanê ne ku dixwezin Ermenîstanê bikine bin sanksîya, lê ew yek li gorî berjewandîyên welête êkonomîkîye û ew nacêribînin ku hevkarên rûs dora sanksîyara derbazbin.Wezîr gotîye, wekî ew tenê li gorî peymana Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkî îş dikin.







