Wezîra Fransîyayêye karên der wê bi serdan bê Ermenîstanê

Wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolona wê bi serdan bê Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Fransîyayêye karên der elam kirine.
Nava elametîyêda hatîye gotinê, wekî ji 26 a hetanî 28 ê nîsanê Katrîn Kolona wê li Adirbêcanê û Ermenîstanêbe.
Hatîye dîyarkirinê, wekî Fransîyayê careke mayîn îzbatke ku ewê piştgirîyê bide hevraxeberdanên di navbera herdu welatada, bona aşîtîya heq û wededirêj û li ser bingeha prînsîpên maf û yekîtîya têrîtorîya.
Nava elametîyêda usa jî hatîye dîyarkiinê, wekî wezîra Fransîyayê wê bang bike ku qedirê mafên cimeta Qerebagê bigrin û çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bidine dasekinandinê.
Wezîra Fransîyayêye karên der wê rastî Nîkol Paşînyanê serokwezîr û wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan bê. Kolonayê usa jî li bajarê Cêrmûkê biqside, li kîderê merkeza Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê cîhwarkirîye. Ewê usa jî li komplêksa Sîsêrnakabêrdêye bîranînê biqeside û wê qedirê bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî bigre.







