SerekeSîyasî

Bûldan: çiqasî ew êrîş dikin, ewqasî jî ew unda dikin

Seroka Partîya Dêmokratîk, ya Gela Perwîn Bûldanê derheqa opêrasîyonên polîsîya tirkada xeberdaye.Ew li provînsîya Wanê qesidîye.

Bûldanê daye dîyarkirinê, wekî partîya wê  kampanîyayê pêk bîne ku 8 cîhên parlamêntvanîyêye li Wanê bikevine destê wan. Ewê gotîye: “Ez soz didim, wekî emê partîya desthilatdar mecbûrkin, ku ew li vê herêmê binkevin.Emê li Çolemêrgê û li Wanê ser bikevin.

Bûldanê usa jî derheqa opêrasîyonên polîsîyayêda xeberdaye, yên ku li cêrge bajara hatine pêkanînê. Ewê ew opêrasîyon şermezar kirîye û nava xeberdana xweda daye dîyarkirinê, wekî ew çiqasî êrîş dikin, ew  ewqasî jî unda dikin.Bûldanê bang kirîye ku bibin yek û wede hatîye ku şerkarîya xwe bidine qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button