H’emû nûçeSereke

Sîstêma parlamêntîyê wê bê xweykirinê: berfirehkirina borcdarîyên serokkomar wê tunebe: Grîgor Mînasyan

Werguhastinên konstîtûsîyon nava kîjan êtapêdanin, gelo  dokûmêntê wê kengê raberî serokwezîr bikin? Pirsa vî cûreyî rojnamevana daye wezîrê edaletê Grîgor Mînasyan.

Grîgor Mînasyan gotîye, wekî ev pêvajo normal pêşda diçe: “Gotûbêjkirinên întênsîv pêşda diçin û heger bi vê têmpê pêşda here, bi fikira min hetanî dawîya salê emê bighîjine encamên baş”.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo sîstêma sûpêrserokwezîretîyê nehatîye guhastinê, Grîgor Mînasyan gotîye, ku heger gilî derheqa pêwandîyên parlamêntê û hukumatêdane, wî çaxî gelek rastkirin hene.

“Bi fikira global me tenê derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî sîstêma parlamêntîyê wê bê xweykirinê û 90 selefî dengê xwe daye wê yekê”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button