H’emû nûçeSereke
Li Adirbêcanê ne ku 33, lê başqe 80 dîlên mayîn hene: Sahakyan

Mafparêzên li Ermenîstanê û usa jî yên ji Ermenîstanê der gelek bûyarên dîlhildanê eşkere kirine, yên ku ji bûyarên ku Adirbêcanê raber kirine, zêdetirin. Derheqa wê yekêda parêzera berjewandîyên dîlên ermenî, ya li mehkema Avropayêye mafên mêriv Sîranûş Sahakyanê gotîye.
“Çawa kanîya înformasîyon, gerekê ne ku kanîyên azêrîya, lê yên ermenî bihatana xebitandinê. Hejmara 33 ji alîyê Adirbêcanêda bi fermî hatîye raberkirinê, lê em dîsa derheqa 80 bûyarên başqeda dibêjin. Derheqa wan bûyarada me elamî sîstêmên navneteweyî kirine. Derheqa wan bûyarada cuda-cuda şirovekirin hene û wê yekê dikarin kontrolkin”,- mafparêzê gotîye.







