H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Hindistan bona vekirina rîya hewêye raste-rast dixebitin: bayloz

Ermenîstan û Hindistan dixebitin ku di navbera herdu welatada rîya hewêye raste-rast bê vekirinê. Derheqa wê yekêda wextê forûma ermenîya-hinda, bayloza Hindistanêyî li Ermenîstanê Nîlakşî Saha Sînhayê gotîye.

Baylozê daye dîyarkirinê, wekî vekirina rîya hewê , ya di navbera Yêrêvanê û Nyû Dêlîyêda bona wê yekêye, ku hevkarîya dualî bidine pêşxistinê. Bona wê yekê hukumatên herdu welata gava diavêjin. Bi fikira wê mecala îzbatkirina pêwandîyên nava govekên malhebûna gundîtîyê, xurek, perwerdê û tûrîzmêda heye.

“Em hêvîdarin, wekî pevketinên di navbera kompanîya  û organîzeyada destanî bighîjine armanca xwe.Tenê bi saya pêwandîyên bîznêsê wê li hev bê kirîn-frotana di navbera herdu welatada zêdebe û bighîje meremê xwe”,-Sînhayê gotîye.

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Arman Xocoyan jî sirîya xweda gotîye, wekî zivira eşîyaye di navbera herdu welatada 180 mîlyon dolare, lê alî gava diavêjin ku wê yekê bidine zêdekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button